Projeya AGH SAVE FOOD HELP PEOPLE (AGH XWARINÊ ÎSRAF NEKIN. ALÎKARIYA MIROVAN BIKIN)
Ji bo kesên ku bixwazin di Tafel ya Stuttgart de wek xebatkarên kargehê bişixulin, di çarçoveya qanûna penaberiyê de, ev bernameyek îstîhdama kar e.
Xala 5an ya AsylbLG ji bo penaberan piştgirî dide derfetên xebatê, pergela xebatê û jiyana rojane. Her wiha paşê entegrasyona bi bazara kar ya li Almanyayê re, hêsantir dike.
Divê Saziya Karûbarên Civakî ya Stuttgartê beştarbûna projeyê bipejirîne.
Nanê duhî, mastê ku êdî maweya wê namîne, an fêkî û sebzeyên nefirotandî: ev hemî xwarinên ku dê bikevin çopê ne. Rêxistina neqeydkirî xwarinê berhev dike. Kesên hewcedar dikarin bi qerta bonusê ya li Tafelladenê bi erzanî firotan bikirin.
Linka dîmenên filma Schwäbischen Tafel Stuttgart e.V. (2:17 deq.)
Projeya tasarûfa xwerekan. Projeya alikariya mirovan, ji bo we derfeta xebatê wek asîstan di marketa xwerekan de, amade dike.
Wazifeya xebatkarên Tafelê û ji bo wan derfet:
Ev proje bi hevkariya GJB û Schwäbischer Tafel Stuttgart e.V. ve tê organîze kirin. GJB ev proje organîze dike û ji bo kesên ku beşdar bibin alikariya perwerdehî û ciwakî pêk tîne û her wiha Schwäbische Tafel Stuttgart e.V. ji bo talîmatên xebatê amede bike berpirsiyar e.
Ma hûn dixwazin beşdarî projeyê bibin?
Em agahdariya komê ji bo penaxwazên eleqedar organîze dikin. Em bi karûbarê civakî ya xanîya hevbeş re bûyerên agahdarkirinê plan dikin. Di navendên operasyonên AGH de cih digirin.
Dûv re hûn dikarin cîh, çalakî û rêbazan nas bikin. Û biryar bidin ka hûn dixwazin bi hev re bixebitin.
Dûv re em ê bi lezûbez bi ofîsa refaha civakî ya Stuttgart re zelal bikin ka gelo beşdarbûna projeya xwarinê Save gengaz e. Alîkariya mirovan gengaz e.
Gesellschaft für Jugendsozialarbeit und Bildungsförderung e.V.
Projektleitung Save food. Help People
Ulmer Straße 210, 70327 Stuttgart
Telefon 0711 22 99 6 371 (9-15 Uhr)
Fax 0711 22 99 6 379
E-Mail agh@ulmer-strasse.net