AGH XWARINÊ ÎSRAF NEKIN. ALÎKARIYA MIROVAN BIKIN (AGH SAVE FOOD. HELP PEOPLE)

JI BO PENABERAN LI GOR XALA 5’AN YA ASYLBLG DERFETA KAR YA BÊQEZENC

 

Projeya AGH SAVE FOOD HELP PEOPLE (AGH XWARINÊ ÎSRAF NEKIN. ALÎKARIYA MIROVAN BIKIN)

Ji bo kesên ku bixwazin di Tafel ya Stuttgart de wek xebatkarên kargehê bişixulin, di çarçoveya qanûna penaberiyê de, ev bernameyek îstîhdama kar e.


Agahiyên projeyê: Derfetên kar ji bo penaberan

Xala 5an ya AsylbLG ji bo penaberan piştgirî dide derfetên xebatê, pergela xebatê û jiyana rojane. Her wiha paşê entegrasyona bi bazara kar ya li Almanyayê re, hêsantir dike.  

Divê Saziya Karûbarên Civakî ya Stuttgartê beştarbûna projeyê bipejirîne.

 

  • Beşdarî: Beşdarbûn li ser esasa dilovaniyê ye. Dema pêvajoya penaberiyê bi dawi bibe an jî kursa ziman dest pê bike, xebat bi dawî dibe.
  • Kî dikare beşdar bibe?: Penaberên ku li gorî xala 1. benda 1ê ya AsylbLG dikarin bixebitin, lê divê karekî wan tune be. Divê temenê we di nav 18 û 65 salî de be. Her wiha ji bo kesên ku diçin dibistanê jî destura beştarbûnê tune.  
  • Demjimêrên xebatê: Hûn dikarin di hefteyê de, 15 heta 25 saetan bixebitin.
  • Butçeya Mesrefan: Ji bo her saeta ku hûn dixebitin hûn dikarin 0,80 euro ji Saziya Alikariya Civakî bistînin.
  • Mesrefa Rê: Heke rêya heta kar ji 3 kîlometreyan dûrtir be, hûn ê ji bo her rojek heqê rê ya otobus û trênê bistînin.

Agahî: Klûba Schwäbische Tafel Stuttgart e.V.

Mixabin êdi nanên ku ji dûh diminin û katix, fikî û zerzevatên nayên firotin û di nav xwrekin ku tên avêtin de cih digrin. Schwäbische Tafel Stuttgart e.V. saziyeke ku armanca wê ya pere qezenckirin tune, van xwereka berhev dike. Kesên hewcedar bi Bonus Cardê, bi bihayek erzan dikarin ji marketa Tafelê bikirin.

 

Linka dîmenên filma Schwäbischen Tafel Stuttgart e.V. (2:17 deq.)

 

Projeya tasarûfa xwerekan. Projeya alikariya mirovan, ji bo we derfeta xebatê wek asîstan di marketa xwerekan de, amade dike.

 

Wazifeya xebatkarên Tafelê û ji bo wan derfet:

  • Ji hev veqetandin û amadekirina xwerekan
  • Paqijkirina dukkan û cihê xebatê
  • Kontrolkirina dema dawî ya bikaranîna xwerekan
  • Hînbûna pergela xebata ya li Almanya
  • Hûnê karibin, di pêşerajan de zûtir kar bibinin û jiyana xebatê û zimanê jiyana xebatê ji nihave hin bibin.
  • Bi kesên din re jî derfeta pêkanîna pêvendiyan
  • Heke li kar an di jiyana xebatê de, hûn rastê problemek werin, ji bo çareserî û alîkariyê GJB wê destek bide we.

 

Ev proje bi hevkariya GJB û Schwäbischer Tafel Stuttgart e.V. ve tê organîze kirin. GJB ev proje organîze dike û ji bo kesên ku beşdar bibin alikariya perwerdehî û ciwakî pêk tîne û her wiha Schwäbische Tafel Stuttgart e.V. ji bo talîmatên xebatê amede bike berpirsiyar e.

 


Hevpeyvîna kar (Ji kerema xwe ji berê de randevûyekê çêkin)

Schwäbische Tafel Stuttgart e.V., 

 

Heiligenwiesen 6, 70327 Stuttgart, metro U4 û U9 rawestgeha Hedelfinger Straße

Telefon 0711 63 38 99 0, faks 0711 63 38 99 14, email mail@stuttgarter-tafel.de

 

Duşem heta Înê 9:00-13:00